Monday, 25 August 2008

Duhok


Duhok bajarê herî mezin ê herêma Badînanê ye.
Duhok kju dikeve nav sînorên başûrê Kurdistanê, bi qasî 60 kîlometreyî ji sînorên Tirkiyê dûr e. Li bajarê ku sê aliyên wî bi çiyayên bilind dorpêçkirî ye nêzîkî 1.000.000 (milyonek) kes dijîn. Li dora Duhokê çiyayên wekî Çiyayê Spî, Çiyayê Dehkan (Çiyayê Şindoxa) û Çiyayê Mansînê hene. Di bajarê Duhokê re bi navên Çemê Duhokê û Çemê Hişkerû du çem derbas dibin.
Zaxo, Batifa, Amedî û Sêmêl navçeyên Duhokê ne. Ji sedî 95'ên şêniyên Duhokê kurd in. Bajarê Duhokê jî wekî gelek bajarên din ên Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e. Li bajarê kevnar ciyên kevn ên wekî Kela Duhokê, Şkefta Çarstûn, Girê Maltayê û Şkefta Helameta hene.
Gelek navdarên wekî Dilşad Seîd û Hesen Şerîf ji Duhokê derketine.

Urmiye


Urmiye bajarekî rojhilatê Kurdistanê ye.

Tê angaştin ku Urmiye di serdema sumeran de hatiye avakirin. Her wiha li gorî angaşteke din navê Urmuyeyê ji zimanê asûrî “ur-mia”yê tê. Wateya Urmiya bi kurdî “dergûşa avê” ye.

Ji aliyê erdnîgariyê ve, bajarê Urmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digihîjeGola Urmiyeyê, ji aliyê rojava ve digihîje bakurê Kurdistanê, ji bakur ve digihîje bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digihîje bajarê Mehabadê.

Dr. Qasimlo ku di dîroka nêz a kurd de yek ji siyasetmedar û pêşengên kurd bû, li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê.

Niştecihên bajarê Urmiyeyê kurd, asûrî û ermen in. Kurdên Urmuyeyê bi kurmancî dipeyivin. Ji hêla dewleta Îranê ve ji bo asîmîlekirina kurdan li bajêr azerî hatine bicihkirin. Li bajarê ku serjimariya wê 825 000 (heştsed û bîst û pênc hezar) e, 125 000 (sed û bîst û pênc hezar) kurd û 700 000 (heftsed hezar) azerî dijîn.

Qamişlo


Qamişlo bajarekî başûr-rojavayê Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişloyê bajarekî nû ên Kurdistanê ye. Beriya ku sînor bikeve navbera kurdên bakur û kurdên başûr-rojava, Qamişlo li ser Nisêbînê bû. Niha jî ji Nisêbînê Qamişlo dixuye. Li gorî agahiyên li ber dest, bajarê Qamişloyê di 20'ê tebaxa 1926'an de ji hêla fransiyan ve hatiye avakirin. Piştî qirkirina asûriyan ji 250.000'î (dused û pêncî hezar) asûrî mecbûr man ku koçî Qamişloyê bikin. Li ciyê ku Qamişlo niha lê ye, ji hêla fransiyan ve îstgeheke trênê hate avakirin. Di wê demê de kurdên ku ji ber zilma dewleta tirk reviyan jî li Qamişloyê bi cih bûn.
Niha piraniya niştecihên bajêr kurd in. Kurdên Qamişloyê bi xwedîderketina li kurdî û welatparêziya xwe nav dane. Ji Qamişloyê gelek navdarên wekî Mihemed Şêxo, Drç Qasim, Dr. Nafiz derketine. Her wiha Dr. Nûredîn Zaza û Cegerxwîn jî demeke dirêj li Qamişloyê jiyane.
Qamişlo wekî 'Qamişloka Evînê' jî tê naskirin.

Mehabad


Mehabad, bi navê xwe yê din Seblax e, bajereke kurdan e ku di sala 1946'an de ji Komara Kurdistan a Mehabadê re paytextî kiriye.
Dîroka avabûna Mehabadê digihîje hezarsala yekemîn a berî zayînê (B.z.). Li der û dora Mehabadê bermahiyên arkeolojîk ku ji demên gelej kevnare mane hene. Ji ber ku li der û dora Mehabadê gelek kanî û rûbar hene, herêm bi hêşînahî ye. Tê gotin ku kaniyên Mehabadê, di serî de nexweşiyên çermî, ji gelek nexweşiyan re derman in.
Mehabad yek ji navendên çand û wêjeya kurdî ye. Gelek heşbestvanên wekî Hejar ( (1920-1990), Hêmin (1920-1986) û Gîw Mukriyanî ji Mehabadê derketine.
Meydana Çarçira ew meydan e ku Komara Kurdistanê a Mehabadê lê hate îlankirin û Serokomarê wê Qazî Mihemed û rêveberên din ên komarê lê hatin daliqandin.

Mêrdîn


Mêrdîn bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.
Di nav bajarên Kurdistanê de yek ji bajarên xwedî taybetmendiyên cihê Mêrdîn e. Her wisa Mêrdîn yek ji kevntirîn bajarên Mezopotamyayê ye. Di dîrokê de navên wekî Mardon, Mirde û Marde li Mêrdînê hatine kirin. Mêrdîn li ser çiyayekî ava bûye, wekî navenda bajêr a dîrokî Kela Mêrdînê an jî bi navekî din Mîrê Kelehan e. Hemû riyên bajêr li Kela Mêrdînê digihin hev.
Piraniya xaniyên Mêrdînê bi kevirên spî û zer hatine lêkirin. Bajar bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş jî nav daye. Bakûrê bajêr cihê baxçe û bostanan e.
Mêrdîn bi pirçandî, pirzimanî û piroliya xwe jî derdikeve pêş. Li Mêrdînê gelên wekî kurd, suryanî, ereb û ermenî dijîn. Li Mêrdînê gelek dêr hene. Hin ji wan ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Mar Afram, Mar Osyo.
Mêrdîn di Brnameya Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de wekî cihê divê bê parastin cih digire.

Wan


Bajarekî dîrokî ê kurdan e.


Bajarê Wanê ku li ber Gola Wanê hatiye avakirin, bajarekî gelekî kevn e û dîroka wê digihîje 2000'î Bz. (Berî zayînê) Li gorî agahiyên heta niha hatine bidestxistin, gelê herî pêşî li Wanê bi cih bûye gelê hûrî ye. Hûrî pêşiyên kurdan in. Piştî hûriyan, bi dorê ûrartû, naîrî, med, pers, makedon, sasanî, ereb, bîzansî, selçûkî, osmanî û di dawiyê de jî tirk li bajarê Wanê bûne desthilatdar.

Beriya komkujiya 1915'an de li Wanê ligel kurdan gelekî ermenî jî dijiyan. Niha hejmara filehên li Wanê dijîn gelekî hindik e. Di demên nekevn de azerî û tirkmen jî hatine li Wanê bi cih bûne.

Li gorî lêkolînan navê Wanê yê herî kevn Tûşpa ye. Piştî Tûşpayê navên Bîanî, Waînî û Naîrî jî li bajêr hatine kirin. Tê angaştin ku peyva 'Wan'ê ji 'Waînî'yê tê.

Li der û dora wanê ajalên wekî gur, beraz, qertel, baz û werdek. Wan digek Gola Wanç bi Pisîkên Wanê jî nav daye. Taybetiya Pisîkên Wanê ew e ku çavekî wan şîn yê din jî kesk e.

Kela Wanê, Gola Wanê, Girava Axtamarayê, Kela Xoseb û mizgehtên kevn ciyên hêjayî gerê ne.

Silêmanî


Silêmanî bajarê herî mezin ê başûrê Kurdistanê ye.
Bajarê Silmaniyê di sala 1784’an de ji hêla Îbrahîm Paşa Baban ve hatiye avakirin. Bajar navê xwe ji navê bavê Îbrahîm Paşa Baban, Silêman paşa girtiye.
Serjimariya bajêr zêdetirî 1.800.000 (milyonek û heştsed hezar) e. Bajar bi vê hejmara niştecihan bajarê herî mezin ê başûrê Kurdistanê ye. Ji sedî 100’ê niştecihên Silêmaniyê kurd in. Lewre Silêmanî bajarekî %100 kurdî ye.
Silêmanî ku peytexta Mîrnişîna Baban bû, di dema Şêx Mehmûd Berzencî de jî bûye paytext.
Silêmanî ji bo kurdên soranîaxêv navendeke çandî ye. Li Silêmaniyê gelek caran raperîn û serhildan çêbûne. Ji ber vê yekê jî bajar digel mezinbûn û navendîbûna çandê, bi têkoşeriya xwe jî di dîroka kurdî de cihekî girîng digire.