Saturday, 7 February 2009

Rojbûna Bozo û Şînê

Rojeke dê û bavê Bozo û Şînê ne li malê bûn. Bozo û Şînê bi pêlîstokan pir lîstibûn. Şînê dixwest tiştekî bikin ku hem kêfa wan were hem jî kêfa dê û bavê wan were. Şînê ji Bozo re got:

- Bozo, em pir bi lîstikan lîstin.

Bozo got:

- Erê. Lê ka em çi bikin? Bavo û dadê jî derktin deve.

Şînê got:

- Tu dixwazî em surprîzekê li dadê û bavo bikin?

Bozo bicoş got:

- Erê!

Şînê got:

- Nexwe em herin mutbexê û beriya dadê û bavo vegerin, em ji bo wan hin tiştan çêkin.

Bozo ji Şînê re got:

- Em ji bo bavo û dadê çi çêkin?

Şînê qasekê fikirî û got:

- Em pasteyeke xweş a bikrema çêkin.

Ev fikra Şînê li xweşê Bozo jî çû. Bozo got:

- Baş e, nexwe em li ber pasteya bikrema ava porteqalan jî amade bikin?

Şînê keniya û bi kêf got:

- Tu pir baş fikiriyî.

Dem aŞînê çû ber sarincê, Bozo madê xwe hinek tirş kir û got:

- Ez nizanim paste çêkim. Ma tu dizanî?

Şînê got:

- Erê ez dizanim paste çêkim. Gelek caran dema dadê paste çêdikir, min lê temaşe dikir. Ez jê hîn bûme.

Bozo got:

- Nexwe baş e, em dest pê bikin.

Bozo û Şînê arvan, hêk, rûn, şekir û tiştên din ku Şînê dîtibû dayika wê dema paste çêdikir bi kar dianî, danîn ser masê û dest bi çêkirina pasteyê kirin. Heta dê û bavê wan vegeriyan malê, Bozo û Şînê mal edimandibû. Dê û bavê wan hatin mutbexê çi bibînin? Her der ji arvan spî dike û rûn û hêk li derdorê belav bûne. Bavê wan ji wan re got:

- We yê çi çêkiribûya ku we mutbex wisa edimandiye?

Şînê hinek bifediyokî got:

- Me yê pasteya bikrema çêkirina lê hûn zû vegeriyan malê.

Bavê wan qasekê ponijî û paşê ji wan re got:

- Pir baş e, lê ev kar ne karê we ye. Dema we tiştek xwest, ji dê û bavê xwe re bibêjin, wê ji we re bibin alîkar. De niha herin dest û rûyê xwe bişon û werin salonê.

Heta ku Bozo û Şînê dest û rûyê xwe şûştin û hatin salonê, dîtin ku li ser maseya salonê pasteyeke mezin heye û li ser jî findên biçûk hene. Kêfa wan hat lewre dilê wan paste dixwest û dê û bavê wan ji derve paste kir,bûn. Hema wê gavê pêşî dê û bavê wan bi strankî gotin:

- Rojbûna we pîîîîroz, roja te pîroz Şînê. Roja te pîroz Bozo.

Dema ku dê û bavê wan dest bi stranê kir, Şînê û Bozo fêm kir ku rojbûna wan e û dibin deh salî. He rdu bi hev re ber bi masê ve beziyan û bi hev re pif kirin findên li ser pasteyê û find tefandin.


Şînê û Bozo dixwazin çi çêkin?

Şînê û Bozo dixwazin ........ çêkin.


Bozo û Şînê ji bo çêkirina pasteyê çi bi kar tînin?

Bozo û Şînê ji bo çêkirina pasteyê ...., ....., ......, ....... amade dikin.


Dê û bavê Bozo û Şînê ji derve çi kirîne?

Dê û bavê Bozo û Şînê ji derve ..... kirîne.


Bozo û Şînê dibin çend salî?

Bozo û Şînê dibin .... salî.


Bozo dixwaze li ber pasteyê çi vexwarin amade bikin?

Bozo dixwaze li ber pasteyê .... ..... amade bikin.


Dê û bavê wan ji bo rojbûna wan kîjan stranê gotin?

Dê û bavê wan ji bo rojbûna wan strana .................... gotin.


Amed Çeko Jiyan

Saturday, 31 January 2009

Gundê Felat

Silav hevalno! Navê min Felat. Ez 9 salî me. Mala me li bajar e. Lê di betlaneyê de em diçin gund. Gundê me ji bajar dûr e. Dema em diçin gund, ez li der û dor temaşe dikim; li her du aliyên rê erd bê ser û ber e. Li gelek deveran tiştên cuda tên çandin. Li hinek deran genim, li hinek deran ceh, li hinek deran jî nîsk hatiye çandin.

Gundê me bi dar û ber e. Darên sêvan, darên hinaran, darên hirmiyan û gelek darên fêkiyên din hene. Her wiha li gundê me parêz û rez jî jî hene. Kêfa min pir ji gund re tê; li gund ez û zarokên din bi hev re diçin baxçe, parêz û rezan. Em têr fêkî dixwin. Lê beriya em fêkî bixwin, em fêkiyên xwe bi ava çayê dişon. Divê ez qala çayê jî bikim; çay pir ne kûr e, loma mezinên me dihêlin ku em bikevin çayê. Çay pir xweş e.

Li gundê me gelek çêlek, mî, bizin û ajalên din jî hene. Ji bilî van ajalan mirîşk, dîk, qaz û werdek jî hene. Dapîra min li gund her şeveq di taştê de ji me re mast, şîr û rûnê malê yê çêlekê, hêkên mirîşkan, hingiv û nanê tenûrê tîne. Li gund taştê pir xweş e. Ez pir ji gund hez dikim.


Hevalno, piştî we çîroka Felat xwend, hûn dikarin van pirsên li jêrê bibersivînin?


Felat çend salî ye?

Felat …. salî ye.


Li gundê Felat kîjan dar hene?

Li gundê Felat darên …., darên ..., darên ... û darên … hene


Li gundê Felat kîjan ajal hene?

Li gundê Felat …., ….., …... û ….. hene.


Felat li gund di taştê de çi dixwe?

Felat li gund di taştê de …., ….. û ….. dixwe.

Amed Çeko Jiyan

Monday, 25 August 2008

Duhok


Duhok bajarê herî mezin ê herêma Badînanê ye.
Duhok kju dikeve nav sînorên başûrê Kurdistanê, bi qasî 60 kîlometreyî ji sînorên Tirkiyê dûr e. Li bajarê ku sê aliyên wî bi çiyayên bilind dorpêçkirî ye nêzîkî 1.000.000 (milyonek) kes dijîn. Li dora Duhokê çiyayên wekî Çiyayê Spî, Çiyayê Dehkan (Çiyayê Şindoxa) û Çiyayê Mansînê hene. Di bajarê Duhokê re bi navên Çemê Duhokê û Çemê Hişkerû du çem derbas dibin.
Zaxo, Batifa, Amedî û Sêmêl navçeyên Duhokê ne. Ji sedî 95'ên şêniyên Duhokê kurd in. Bajarê Duhokê jî wekî gelek bajarên din ên Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e. Li bajarê kevnar ciyên kevn ên wekî Kela Duhokê, Şkefta Çarstûn, Girê Maltayê û Şkefta Helameta hene.
Gelek navdarên wekî Dilşad Seîd û Hesen Şerîf ji Duhokê derketine.

Urmiye


Urmiye bajarekî rojhilatê Kurdistanê ye.

Tê angaştin ku Urmiye di serdema sumeran de hatiye avakirin. Her wiha li gorî angaşteke din navê Urmuyeyê ji zimanê asûrî “ur-mia”yê tê. Wateya Urmiya bi kurdî “dergûşa avê” ye.

Ji aliyê erdnîgariyê ve, bajarê Urmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digihîjeGola Urmiyeyê, ji aliyê rojava ve digihîje bakurê Kurdistanê, ji bakur ve digihîje bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digihîje bajarê Mehabadê.

Dr. Qasimlo ku di dîroka nêz a kurd de yek ji siyasetmedar û pêşengên kurd bû, li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê.

Niştecihên bajarê Urmiyeyê kurd, asûrî û ermen in. Kurdên Urmuyeyê bi kurmancî dipeyivin. Ji hêla dewleta Îranê ve ji bo asîmîlekirina kurdan li bajêr azerî hatine bicihkirin. Li bajarê ku serjimariya wê 825 000 (heştsed û bîst û pênc hezar) e, 125 000 (sed û bîst û pênc hezar) kurd û 700 000 (heftsed hezar) azerî dijîn.

Qamişlo


Qamişlo bajarekî başûr-rojavayê Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişloyê bajarekî nû ên Kurdistanê ye. Beriya ku sînor bikeve navbera kurdên bakur û kurdên başûr-rojava, Qamişlo li ser Nisêbînê bû. Niha jî ji Nisêbînê Qamişlo dixuye. Li gorî agahiyên li ber dest, bajarê Qamişloyê di 20'ê tebaxa 1926'an de ji hêla fransiyan ve hatiye avakirin. Piştî qirkirina asûriyan ji 250.000'î (dused û pêncî hezar) asûrî mecbûr man ku koçî Qamişloyê bikin. Li ciyê ku Qamişlo niha lê ye, ji hêla fransiyan ve îstgeheke trênê hate avakirin. Di wê demê de kurdên ku ji ber zilma dewleta tirk reviyan jî li Qamişloyê bi cih bûn.
Niha piraniya niştecihên bajêr kurd in. Kurdên Qamişloyê bi xwedîderketina li kurdî û welatparêziya xwe nav dane. Ji Qamişloyê gelek navdarên wekî Mihemed Şêxo, Drç Qasim, Dr. Nafiz derketine. Her wiha Dr. Nûredîn Zaza û Cegerxwîn jî demeke dirêj li Qamişloyê jiyane.
Qamişlo wekî 'Qamişloka Evînê' jî tê naskirin.

Mehabad


Mehabad, bi navê xwe yê din Seblax e, bajereke kurdan e ku di sala 1946'an de ji Komara Kurdistan a Mehabadê re paytextî kiriye.
Dîroka avabûna Mehabadê digihîje hezarsala yekemîn a berî zayînê (B.z.). Li der û dora Mehabadê bermahiyên arkeolojîk ku ji demên gelej kevnare mane hene. Ji ber ku li der û dora Mehabadê gelek kanî û rûbar hene, herêm bi hêşînahî ye. Tê gotin ku kaniyên Mehabadê, di serî de nexweşiyên çermî, ji gelek nexweşiyan re derman in.
Mehabad yek ji navendên çand û wêjeya kurdî ye. Gelek heşbestvanên wekî Hejar ( (1920-1990), Hêmin (1920-1986) û Gîw Mukriyanî ji Mehabadê derketine.
Meydana Çarçira ew meydan e ku Komara Kurdistanê a Mehabadê lê hate îlankirin û Serokomarê wê Qazî Mihemed û rêveberên din ên komarê lê hatin daliqandin.

Mêrdîn


Mêrdîn bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.
Di nav bajarên Kurdistanê de yek ji bajarên xwedî taybetmendiyên cihê Mêrdîn e. Her wisa Mêrdîn yek ji kevntirîn bajarên Mezopotamyayê ye. Di dîrokê de navên wekî Mardon, Mirde û Marde li Mêrdînê hatine kirin. Mêrdîn li ser çiyayekî ava bûye, wekî navenda bajêr a dîrokî Kela Mêrdînê an jî bi navekî din Mîrê Kelehan e. Hemû riyên bajêr li Kela Mêrdînê digihin hev.
Piraniya xaniyên Mêrdînê bi kevirên spî û zer hatine lêkirin. Bajar bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş jî nav daye. Bakûrê bajêr cihê baxçe û bostanan e.
Mêrdîn bi pirçandî, pirzimanî û piroliya xwe jî derdikeve pêş. Li Mêrdînê gelên wekî kurd, suryanî, ereb û ermenî dijîn. Li Mêrdînê gelek dêr hene. Hin ji wan ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Mar Afram, Mar Osyo.
Mêrdîn di Brnameya Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de wekî cihê divê bê parastin cih digire.