Saturday 7 February 2009

Rojbûna Bozo û Şînê

Rojeke dê û bavê Bozo û Şînê ne li malê bûn. Bozo û Şînê bi pêlîstokan pir lîstibûn. Şînê dixwest tiştekî bikin ku hem kêfa wan were hem jî kêfa dê û bavê wan were. Şînê ji Bozo re got:

- Bozo, em pir bi lîstikan lîstin.

Bozo got:

- Erê. Lê ka em çi bikin? Bavo û dadê jî derktin deve.

Şînê got:

- Tu dixwazî em surprîzekê li dadê û bavo bikin?

Bozo bicoş got:

- Erê!

Şînê got:

- Nexwe em herin mutbexê û beriya dadê û bavo vegerin, em ji bo wan hin tiştan çêkin.

Bozo ji Şînê re got:

- Em ji bo bavo û dadê çi çêkin?

Şînê qasekê fikirî û got:

- Em pasteyeke xweş a bikrema çêkin.

Ev fikra Şînê li xweşê Bozo jî çû. Bozo got:

- Baş e, nexwe em li ber pasteya bikrema ava porteqalan jî amade bikin?

Şînê keniya û bi kêf got:

- Tu pir baş fikiriyî.

Dem aŞînê çû ber sarincê, Bozo madê xwe hinek tirş kir û got:

- Ez nizanim paste çêkim. Ma tu dizanî?

Şînê got:

- Erê ez dizanim paste çêkim. Gelek caran dema dadê paste çêdikir, min lê temaşe dikir. Ez jê hîn bûme.

Bozo got:

- Nexwe baş e, em dest pê bikin.

Bozo û Şînê arvan, hêk, rûn, şekir û tiştên din ku Şînê dîtibû dayika wê dema paste çêdikir bi kar dianî, danîn ser masê û dest bi çêkirina pasteyê kirin. Heta dê û bavê wan vegeriyan malê, Bozo û Şînê mal edimandibû. Dê û bavê wan hatin mutbexê çi bibînin? Her der ji arvan spî dike û rûn û hêk li derdorê belav bûne. Bavê wan ji wan re got:

- We yê çi çêkiribûya ku we mutbex wisa edimandiye?

Şînê hinek bifediyokî got:

- Me yê pasteya bikrema çêkirina lê hûn zû vegeriyan malê.

Bavê wan qasekê ponijî û paşê ji wan re got:

- Pir baş e, lê ev kar ne karê we ye. Dema we tiştek xwest, ji dê û bavê xwe re bibêjin, wê ji we re bibin alîkar. De niha herin dest û rûyê xwe bişon û werin salonê.

Heta ku Bozo û Şînê dest û rûyê xwe şûştin û hatin salonê, dîtin ku li ser maseya salonê pasteyeke mezin heye û li ser jî findên biçûk hene. Kêfa wan hat lewre dilê wan paste dixwest û dê û bavê wan ji derve paste kir,bûn. Hema wê gavê pêşî dê û bavê wan bi strankî gotin:

- Rojbûna we pîîîîroz, roja te pîroz Şînê. Roja te pîroz Bozo.

Dema ku dê û bavê wan dest bi stranê kir, Şînê û Bozo fêm kir ku rojbûna wan e û dibin deh salî. He rdu bi hev re ber bi masê ve beziyan û bi hev re pif kirin findên li ser pasteyê û find tefandin.


Şînê û Bozo dixwazin çi çêkin?

Şînê û Bozo dixwazin ........ çêkin.


Bozo û Şînê ji bo çêkirina pasteyê çi bi kar tînin?

Bozo û Şînê ji bo çêkirina pasteyê ...., ....., ......, ....... amade dikin.


Dê û bavê Bozo û Şînê ji derve çi kirîne?

Dê û bavê Bozo û Şînê ji derve ..... kirîne.


Bozo û Şînê dibin çend salî?

Bozo û Şînê dibin .... salî.


Bozo dixwaze li ber pasteyê çi vexwarin amade bikin?

Bozo dixwaze li ber pasteyê .... ..... amade bikin.


Dê û bavê wan ji bo rojbûna wan kîjan stranê gotin?

Dê û bavê wan ji bo rojbûna wan strana .................... gotin.


Amed Çeko Jiyan