Monday, 25 August 2008
Duhok
Duhok bajarê herî mezin ê herêma Badînanê ye.
Duhok kju dikeve nav sînorên başûrê Kurdistanê, bi qasî 60 kîlometreyî ji sînorên Tirkiyê dûr e. Li bajarê ku sê aliyên wî bi çiyayên bilind dorpêçkirî ye nêzîkî 1.000.000 (milyonek) kes dijîn. Li dora Duhokê çiyayên wekî Çiyayê Spî, Çiyayê Dehkan (Çiyayê Şindoxa) û Çiyayê Mansînê hene. Di bajarê Duhokê re bi navên Çemê Duhokê û Çemê Hişkerû du çem derbas dibin.
Zaxo, Batifa, Amedî û Sêmêl navçeyên Duhokê ne. Ji sedî 95'ên şêniyên Duhokê kurd in. Bajarê Duhokê jî wekî gelek bajarên din ên Kurdistanê xwedî dîrokeke kevnar e. Li bajarê kevnar ciyên kevn ên wekî Kela Duhokê, Şkefta Çarstûn, Girê Maltayê û Şkefta Helameta hene.
Gelek navdarên wekî Dilşad Seîd û Hesen Şerîf ji Duhokê derketine.
Urmiye
Tê angaştin ku Urmiye di serdema sumeran de hatiye avakirin. Her wiha li gorî angaşteke din navê Urmuyeyê ji zimanê asûrî “ur-mia”yê tê. Wateya Urmiya bi kurdî “dergûşa avê” ye.
Ji aliyê erdnîgariyê ve, bajarê Urmiyeyê ji aliyê rojhilat ve digihîjeGola Urmiyeyê, ji aliyê rojava ve digihîje bakurê Kurdistanê, ji bakur ve digihîje bajarê Selmasê û ji aliyê başûr ve digihîje bajarê Mehabadê.
Dr. Qasimlo ku di dîroka nêz a kurd de yek ji siyasetmedar û pêşengên kurd bû, li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê.
Niştecihên bajarê Urmiyeyê kurd, asûrî û ermen in. Kurdên Urmuyeyê bi kurmancî dipeyivin. Ji hêla dewleta Îranê ve ji bo asîmîlekirina kurdan li bajêr azerî hatine bicihkirin. Li bajarê ku serjimariya wê 825 000 (heştsed û bîst û pênc hezar) e, 125 000 (sed û bîst û pênc hezar) kurd û 700 000 (heftsed hezar) azerî dijîn.
Qamişlo
Qamişlo bajarekî başûr-rojavayê Kurdistanê ye.
Bajarê Qamişloyê bajarekî nû ên Kurdistanê ye. Beriya ku sînor bikeve navbera kurdên bakur û kurdên başûr-rojava, Qamişlo li ser Nisêbînê bû. Niha jî ji Nisêbînê Qamişlo dixuye. Li gorî agahiyên li ber dest, bajarê Qamişloyê di 20'ê tebaxa 1926'an de ji hêla fransiyan ve hatiye avakirin. Piştî qirkirina asûriyan ji 250.000'î (dused û pêncî hezar) asûrî mecbûr man ku koçî Qamişloyê bikin. Li ciyê ku Qamişlo niha lê ye, ji hêla fransiyan ve îstgeheke trênê hate avakirin. Di wê demê de kurdên ku ji ber zilma dewleta tirk reviyan jî li Qamişloyê bi cih bûn.
Niha piraniya niştecihên bajêr kurd in. Kurdên Qamişloyê bi xwedîderketina li kurdî û welatparêziya xwe nav dane. Ji Qamişloyê gelek navdarên wekî Mihemed Şêxo, Drç Qasim, Dr. Nafiz derketine. Her wiha Dr. Nûredîn Zaza û Cegerxwîn jî demeke dirêj li Qamişloyê jiyane.
Qamişlo wekî 'Qamişloka Evînê' jî tê naskirin.
Mehabad
Mehabad, bi navê xwe yê din Seblax e, bajereke kurdan e ku di sala 1946'an de ji Komara Kurdistan a Mehabadê re paytextî kiriye.
Dîroka avabûna Mehabadê digihîje hezarsala yekemîn a berî zayînê (B.z.). Li der û dora Mehabadê bermahiyên arkeolojîk ku ji demên gelej kevnare mane hene. Ji ber ku li der û dora Mehabadê gelek kanî û rûbar hene, herêm bi hêşînahî ye. Tê gotin ku kaniyên Mehabadê, di serî de nexweşiyên çermî, ji gelek nexweşiyan re derman in.
Mehabad yek ji navendên çand û wêjeya kurdî ye. Gelek heşbestvanên wekî Hejar ( (1920-1990), Hêmin (1920-1986) û Gîw Mukriyanî ji Mehabadê derketine.
Meydana Çarçira ew meydan e ku Komara Kurdistanê a Mehabadê lê hate îlankirin û Serokomarê wê Qazî Mihemed û rêveberên din ên komarê lê hatin daliqandin.
Mêrdîn
Mêrdîn bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.
Di nav bajarên Kurdistanê de yek ji bajarên xwedî taybetmendiyên cihê Mêrdîn e. Her wisa Mêrdîn yek ji kevntirîn bajarên Mezopotamyayê ye. Di dîrokê de navên wekî Mardon, Mirde û Marde li Mêrdînê hatine kirin. Mêrdîn li ser çiyayekî ava bûye, wekî navenda bajêr a dîrokî Kela Mêrdînê an jî bi navekî din Mîrê Kelehan e. Hemû riyên bajêr li Kela Mêrdînê digihin hev.
Piraniya xaniyên Mêrdînê bi kevirên spî û zer hatine lêkirin. Bajar bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş jî nav daye. Bakûrê bajêr cihê baxçe û bostanan e.
Mêrdîn bi pirçandî, pirzimanî û piroliya xwe jî derdikeve pêş. Li Mêrdînê gelên wekî kurd, suryanî, ereb û ermenî dijîn. Li Mêrdînê gelek dêr hene. Hin ji wan ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Mar Afram, Mar Osyo.
Mêrdîn di Brnameya Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de wekî cihê divê bê parastin cih digire.
Wan
Bajarê Wanê ku li ber Gola Wanê hatiye avakirin, bajarekî gelekî kevn e û dîroka wê digihîje 2000'î Bz. (Berî zayînê) Li gorî agahiyên heta niha hatine bidestxistin, gelê herî pêşî li Wanê bi cih bûye gelê hûrî ye. Hûrî pêşiyên kurdan in. Piştî hûriyan, bi dorê ûrartû, naîrî, med, pers, makedon, sasanî, ereb, bîzansî, selçûkî, osmanî û di dawiyê de jî tirk li bajarê Wanê bûne desthilatdar.
Beriya komkujiya 1915'an de li Wanê ligel kurdan gelekî ermenî jî dijiyan. Niha hejmara filehên li Wanê dijîn gelekî hindik e. Di demên nekevn de azerî û tirkmen jî hatine li Wanê bi cih bûne.
Li gorî lêkolînan navê Wanê yê herî kevn Tûşpa ye. Piştî Tûşpayê navên Bîanî, Waînî û Naîrî jî li bajêr hatine kirin. Tê angaştin ku peyva 'Wan'ê ji 'Waînî'yê tê.
Li der û dora wanê ajalên wekî gur, beraz, qertel, baz û werdek. Wan digek Gola Wanç bi Pisîkên Wanê jî nav daye. Taybetiya Pisîkên Wanê ew e ku çavekî wan şîn yê din jî kesk e.
Kela Wanê, Gola Wanê, Girava Axtamarayê, Kela Xoseb û mizgehtên kevn ciyên hêjayî gerê ne.
Silêmanî
Silêmanî bajarê herî mezin ê başûrê Kurdistanê ye.
Bajarê Silmaniyê di sala 1784’an de ji hêla Îbrahîm Paşa Baban ve hatiye avakirin. Bajar navê xwe ji navê bavê Îbrahîm Paşa Baban, Silêman paşa girtiye.
Serjimariya bajêr zêdetirî 1.800.000 (milyonek û heştsed hezar) e. Bajar bi vê hejmara niştecihan bajarê herî mezin ê başûrê Kurdistanê ye. Ji sedî 100’ê niştecihên Silêmaniyê kurd in. Lewre Silêmanî bajarekî %100 kurdî ye.
Silêmanî ku peytexta Mîrnişîna Baban bû, di dema Şêx Mehmûd Berzencî de jî bûye paytext.
Silêmanî ji bo kurdên soranîaxêv navendeke çandî ye. Li Silêmaniyê gelek caran raperîn û serhildan çêbûne. Ji ber vê yekê jî bajar digel mezinbûn û navendîbûna çandê, bi têkoşeriya xwe jî di dîroka kurdî de cihekî girîng digire.
Mûş
Mûş bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Bajarê Mûşê di navbera Amed, Êlih, Bedlîs, Agirî, Erzirom û Bîngolê de ye. Li Mûşê zivistan sar0 û bi berf in, carinan çemên dora bajêr diqerisin. Li bajêr havîn hênik derbas dibin.
Çiyayê Kurtîk, Çiyayê Avnî, Çiyayê Xamurpet çiyayên bajêr ên navdar in. Mûş ji bilî çiyayên xwe, bi deşta xwe ya fireh nav daye. Deşta Mûşê 1,650 km2 ye. Deşta Mûşê di navbera çiyayênNemrûd, Şerefdîn, Qereçawuş û Çemê Mûradê de ye. Her wiha li herêmê deştên wekî Deşta Kopê, Deşta Lîzê û Deşta Milazgirê jî deştên navdar in.
Kerkûk
Li Kerkûkê ji bo ciwanan semînera danasîna çand û rewşenbiriyê
KERKÛK / DÎHA – Di semînera ku ji bo danasîna çand û rewşenbîriyê pêk hat de, hate destnîşankirin ku divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin.
Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, li avahiya xwe ya ku li bajarê Kerkûka Herêma Federal a Kurdistanê ye, semînerek bi mijara "Çand û Huner" li dar xist. Semînera der barê danasîna çand û rewşenbîriyê de, ji aliye hunermendê Komeleya Dîcleyê ya Çand û Rewşenbiriyê Delîl Mîrsaz ve hate dayîn. Di destpêka semînerê de rêzgirtin pêk hat. Piştre, Hunermend Delîl Mîrsaz li ser weteya çandê axivî. Mîrsaz, wiha got: "Her çiqas çand ji bo gelan girîng be jî, rewşebîri jî xwedî girîngiyekê ye. Bêguman huner jî beşek ji rewşenbiriyê ye. Rewşenbîrî bi xwe wekî hevok, gotineke bi kurdî ye. Dîsa çand di gelek netewan de her çendê bi navê cuda tê binavkirin jî, di wetaya xwe ya bingehîn de haman wateyê dide hemû gelan."
Banga xwedîderketina li çanda kurdî
Mîrsaz destnîşan kir ku çand ji bo gelan xwedî weteya dîrokî ye. Mîrsaz got ku her mirov, her milet, bi çanda xwe dîroka xwe dinivîse. Mîrsaz wiha dom kir: "Pêwîst e ciwanên me yên nû, xwedî li çanda xwe derkevin. Bi taybetî jî ciwanên ku nû dest bi hunerê dikin. Ev yek girîng e."
Colemêrg
Colemêrg bajarekî herêma Hekariyê ye û wekî navenda vê herêmê tê zanîn. Sînorên herêma Hekariyê ku bajarê Colemêrgê digire nav xwe, bi Sêrt, Şirnex, Wan, Dihok û Urmiyeyê re hene. Dîroka bajêr digihîje dema ûrartûyan (1000 B.z.)
Xwezaya Colemêrgê gelekî xweşik e. Gelek cureyên kulîlk û gihayan lê şîn tên û gelek cureyên ajalan jî lê hene. Kulîlka herêmê ya herî navdar şilêr e. Taybetmendiya xweşikayî û dewlemendiya xwezaya herêmê ew ku lê du cure avhewaya hene. Li aliyên çiyayan avhewayeke sar heye lê li geliyan avhewaya Behra Spî serdest e. Ji ber vê taybetmendiyê li herêmê di kêliyekê de 4 (çar) demsal xwe didin hîskirin.
Li herêmê gelek çiya hene. Mînak: Çiyayê Cîlo, Çiyayê Simbî, Çiyayê Sermedar, Çiyayê Kato, Çiyayê Reşko, Çiyayê Durek, Çiyayê Maunsel, Çiyayê Gelyano, Çiyayê Garê, Çiyayê Geverokê, Çiyayê Termo, Çiyayê Barêdalo û Çiyayê Reş. Her wekî van çiyayan, li herêmê çem jî pir bi nav û deng in. Mînak: Çemê Avarobaşîn, Çemê Şemzînanê û Çemê Hacibegê. Dema ku ev her sê çem dibin yek, Çemê Zapa Mezin pêk tê. Çemê Xabûrê ku li herêmê ye, şaxeke Çemê Dîcleyê ye.
Eşîrên ku li herêmê dijîn ev in: Pinyanişî, Ertoşî, Doskî, Dirî, Oremarî, Silehî, Beyzade, Hinareyî, Bayî
Agirî
Bajarekî Serhedê ye.
Bajarê Agirî navê xwe ji çiyayê Agiriyê digire. Ji ber ku Çiyayê Agiriyê di demên kevnar de çiyayekî agirîn (volkan) bû, ev nav lê hatiye kirin. Gelên li nêzî Çiyayê Agiriyê dijîn navên cuda lê çiyê kirine. Ermenî ji Çiyayê Agiriyê re dibêjin Ararat, faris dibêjin Kuhî Nûr û ereb dibêjin Cebel el Haris. Tirkan jî ji ber peyva kurdî “Agirî” navê bajêr kiriye “Ağrı”. Nayê zanîn ka tirkan bi çi mebestê navê “ağrı” (êş) li bajêr û çiyê kiriye.
Dîroka bajarê Agiriyê digihîje heya 1300 sal beriya zayînê, dema hûriyan. Ji ber ku hûrî pêşiyên kurdan in, niştecihên herî kevn ên bajêr wekî kurd tên zanîn.
Agirî yek ji bajarekên herî sar ên Kurdistanê ye. Şeş mehên salê berf li erdê heye û heya nîsanê berf nahele. Lê di nîsanê berf hêdî hêdî dihele. Havînên Agiriyê hênik in.
Li Agirî û derderên wê deştên wekî Deşta Zedkan, Deşta Qerekose, Deşta Patnosê û Deşta Giyadînê hene. Ji bilî deştan, li Agiriyê gola Sînegê û zozanê Sînegê jî navdar in. Li Agiriyê çemên wekî Zêdkan, Şeriyan û Gelûtan jî hene. Li Agiriyê ji bilî Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk, çiyayên wekî Hama, Kose û Tendûrek jî hene.
Agirî bajarekî kurdan e. Li Agiriyê ji bilî kurdan, hinek azerî jî dijîn. Piraniya niştecihên Agiriyê misilman in lê hejmareke hindik file jî hene.
Ji ber ciyên turîstîk ên wekî Qesra Îshaq Paşa û Çiyayên Agiriyê, her sal gelek turîst tên Agiriyê. Her wiha Gora Şêx Ehmedê Xanî ku li Bazîda Agiriyê ye jî gelek turîst û dildarên kurdî ber bi xwe ve dikişîne.
Ji ber ku bajarê Agirî û derdora wê şênahî ye, gelê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike.
Nêçîra Peyvan
qerisîn
hilpekîn
panter
şivan
derb
teqez
pençe
hilweşandin
daristan
şewat
armanc
hêvî
bendewar
rêber
hişmendî
bîrdozî
sosin
gur
bawişîn
zûrînî
mînak
dilteng
rûreş
hêvî
bazirganî
raketin
peyv
lêgerîn
melsa
depreş
hogir
havîn
germ
tebax
libas
çak
xaçepirs
teqez
rind
balinde
welatperwer
qure
xweperest
diltenik
kund
kevok
şabaş
dilsoz
tomar
pêçî
kuvark
gurçik
girîng
edalet
bawerî
guhar
pêlav
kumik
niştecih
zarava
neynûk
vekolan
hilpekîn
karker
ken
henek
niştiman
xaçepirs
rastkêş
rojname
jêbir
fîl
afrîka
hindistan
daristan
ajal
barkêşî
gir
têkilî
ling
diyarî
kevok
dibistan
netewe
av
zagros
gerîla
war
meş
xerat
pêşeroj
paşeroj
hewlêr
netewe
gerdûn
parzemîn
kar
pîrejin
urmiye
angaşt
paşnav
kulîlk
parêzvan
maf
danişîn
zarok
xewn
mînak
nêrîn
beybûn
sosin
şimik
derî
mase
dawî
bakur
dîcle
heval
rêber
hêsan
kelijîn
xewn
zemîn
evîn
diyar
dest
por
radyo
cîhan
vekirin
gol
niştiman
tolhildan
kulîlk
deşt
sol
kesk
av
pirtûk
Kurdistan
Azadiya Welat
Botan
Hilpekîn
Rakirin
Dakirin
Hilkirin
Dar
Deşt
Pêşeng
Azadî
Serxwebûn